Sibat 14, 2018 17:10 Asia/Tehran
  • Meytên sê goriyên bûyera niftkêşê ya Sançiyê derbasî Têhranê bûn

Meytên sê goriyên bûyera niftkêş Sançiyê, bi beşdariya malbatên wan û rayedar û berpirsan li balafirgeha Îmam Xumeynî (re) a Têhranê hatin rakirin.

Balafirên hilgirê meytên şehîdên xizmetkirinê Mihemed Kawûsî Tikab, Mecîd Neqiyan û Mîlad Arewî, goriyên bûyera niftkêş a Sançiyê, sibeha çarşemiyê derbasî balafirgeha îmam Xumeynî (re) bû û piştî beşdariya endamên malbata wan û rayedarên berpirs, rêûrisma rakirina van meytan hate lidarxistin.

Ev meytên paqij wê roja îniyê werin rakirin û wê li bajarên wan bixwe werin binaxkirin.

6`ê Çilê gemiyeka barhilgir a çînî- hongkongî, li perravên rojhilata Çînê li niftkêşa îranî ya Sançiyê ket.

Ev bûyera bû sedema teqîn û agirpêketina li niftkêşa îranî. 32 xizmetkarên niftkêşa îranî (30 îranî û 2 bengiladişî) li vê bûyerê canê xwe ji dest dan.

ji vê hejmarê tenê meytên sê xizmetkarên niftkêşa Sançiyê bi hewldana hêzên alîkarîgihandinê hatin dîtin.