Sibat 13, 2018 19:55 Asia/Tehran
  • Rawêjkarê fermandeyê Sipahê: Tu welatek nikare li hemberî şîyana mûşekî ya Îranê bisekine

Rawêjkarê pilebilind ê fermandeyê gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Şîyana leşkerî û mûşekî ya di asta bilind de ya Îranê ji bo zilhêzên cîhanê eyan e û tu welatek nikare li hemberî wê bisekine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serdar sertîp pasdar Xosrow Orûc Rawêjkarê pilebilind ê fermandeyê gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê îro li axavtinekê bi gotina vîya ku Îrana islamî di warên çandî, civakî û aborî da bi caran ketîye ber êrişên welatên zorbêj, dîyar kir: Inqilaba Islamî ya Îranê palpişteke gelanî heye.

Rawêjkarê pilebilind ê fermandeyê gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê herwisan got: Dijminan bi salan hewil dane ku derbê li Komara Islamî ya Îranê bidin lê bi saya rênimûnîyên rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî hemî komployên dijminan hatin fetisandin.