Sibat 13, 2018 19:46 Asia/Tehran
  •  Wezîrê karên derve yê Îranê çû Kuweytê

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ji bo beşdariya li civîna navneteweyî ya avedankirina Iraqê, îro berêvrê bi taximeke siyasî û aborî ji Têhranê berê xwe da Kuweytê.

 Civîna  navneteweyî ya aveadnkirina Iraqê 12 heya 14 Sibata 2018`an bi mazûvaniya  Kuweytê tê li dar xistin.

 Li gorî gotina  Behram Qasêmî, berdevkê wezareta karên derve yê Îranê, Komara Îslamî  dê rola xwe ya piştgiriyê û kêrhatî ji bo alîkariya  bo avedankirin û geşatiya  aborî ya Iraqê  bidomîne.

 Qasimî, Iraqê welatê cînar  û dostê Îranê  da zanîn û got: Têhran ji lidarxistina civîna navneteweyî ya avedankirina  Iraqê pêşewaziyê dike û   beşdariya  civaka navneteweyî li pêvajoya  avedankirina vî welatî pêwîst dizane.

Nûnerên  ji zêde ji 70 welatên cîhanê  li civîna avedankirina Iraqê beşdar bûne.

 Rayedarekî iraqî roja duşemiyê ragahnd: Welatê wî ji bo aveadnkirinê hevceyî bi 88 milyar û 200 milyon  dularî heye.