Sibê li Îranê şîna giştî ye
Piştî noqimbûna niftkêşa îranî ya Sançiyê û candayîna hinek ji hêzên mêrxas û camêr ên deryayî yên Komara îslamî ya Îranê, dewletê sibe 15 Çileyê wekî şîndariya giştî ragihand.
Li gor rapora IRIB News`ê, Dewleta Îranê li daxûyaniyekê bilî sersaxî gotina bi malbatên şîndar û hêzên deryayî û seneta niftê û hemû gelê Îranê ji ber rudawa noqimbûna gemiya niftkêş sibe duşemê wekî şîndariya giştî ragihand.
Roja 6`ê Çileya 2018an gemiyeka barî ya çînî-hongkopngî li perravên rojhilata Çînê li gemiyeka niftkêş a Îranê ket.
Saziya bender û deryavaniya Îranê ragihand niftkêşa Sançî ya Îranê li beravên rojhilata Çînê bi tamî noqm bû û hemû ew 32 kesên nav vê gemiyê jî hatine kuştin û sersaxî gote malbatên van kesan û civata hêzên deryayî û gelê Îranê.
30 kes ji van xizmetkarên vê gemiyê îranî bûne û 2 jî Bengladişî bûn.
Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê jî îro li peyamekê ji bo hemû saziyên peywendîdar ji wan wezareta Rê û bajarçêkirinê, wezareta niftê û wezareta karên derve yê welêt xwest pêgîriyên karnasî li ser vê rudawa diltezîn bikin û ji heq û mafê gelê Îranê berevaniyê bikin .