Kemlwendî: Îran dê tu carî îzna seredana navendên eskerî nede
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê dê îzna seredana navendên eskerî nede Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û mijareke wiha di rêzikname, protokola îlhaqî û rêketinnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê de tine.
Bêhrûz Kemalwendî roja yekeşmiyê li gotûbêja bi IRIB News ê re şertên çar beşî yên serokkomarê Emerîkayê li bara dewama rêketinnama navokî red kirin û got: Pêştir bi seredana navendên eskerî yên Îranê mîna Parçînê dosiya vê meselê hat girêdanê û niha tu mijarek ku ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê hatibe hilêxistin ku bixweze seredana navenda eskerî ya Îranê bike, tine.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê îniyê şevê, 12 Çillê hevgavê rawestandina boykotên navokî yên Îranê, çar şert ji wan guhertina hin naverokên rêketinnama navokî, seredana navendên eskerî û boykotkirina mûşekî ya Îranê ji bo mayîna welatê wî li rêketinnama navokî kivş kir.
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê diyar kir: Pêsipartên Îranê li rêketinnama navokî li gor protokol û rêziknamê, dayîna bersiva pirsên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li gor tiştê ku li protokolê hatiye li halê cihanînê ye û ev saziya navneteweyî tu mijarekê li bara bidestxistina navendên eskerî yên Îranê nexistiye rojeva xwe.
Kemalwendî her wiha destnîşan kir: Hevkariyên Îranê tev Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ku li çarçoveya rêziknamê, protokolê û rêketinnama navokî eşkere hatiye kivşkirin, dê bidomin.