Zengene: Peymana Totalê bê rawestan li halê cihhatinê ye
Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Peymana tev şîrketa niftê ya Totalê ya Fransayê bê rawestan li halê cihanînê ye û hemî munaqiseyên wê xêncî munaqiseya bîrkolanê hatine lidarxistin.
Bîjen Zengene roja îniyê li gotûbêja bi ajansa meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li bara îranî ya biyanîbûna peymankaran destnîşan kir: Xêncî peymankarekî, peymankarên din îranî ne û dê bi zûtrirkê xebata wan ji wan re were raghandin.
Peymana berfirehkirina faza 11an a Parsa başûrî, 3 Tîrmehê navbera şîrketa neteweyî ya nifta Îranê û konsersiyoma navneteweyî ya şîrketa niftê ya Totala Fransayê bi qasî 4 milyar û 800 milyon dulr li Têhranê hat wajokirin.
Bi cihanîna peymana geşatiya faza 11`an Parsa başûrî, rojê 56 milyon mêtrê kûp, zirûfa berhemanînê ya Îranê ji medana gazê ya Parsa başûrî ya hevpar bi Qeterê re tê zêdekirin.
Meydana gazê ya Parsa başûrî, çavkaniya herî mezin a gazê ya cîhanê ye ku ser hêla sîsnorî ya hevpar a Îranê de ye, çavkaniya gazê ya vê meydanê 14 trîlyon mêtrê kûp gaz tev 18 milyar bermîl berhemên gazê ye ku sedî 8 ê hemî gaza cîhanê digre ber xwe.