Çile 14, 2018 15:42 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxîyê ya Rûhanî bi boneya candayîna personelên niftkêşa îranî li rojhilata Çînê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li peyamekê ji ber candayîna personel û xizmetkarên gemîya niftkêş a îranî li perravên rojhilata Çînê sersaxî da malbatên wan û pêgirî kir: Ewlewîyeta sereke divê naskirin û kifşkirina nasnama gorîyan û kêmkirina xem û kesera malbatên van ezîzan be.

Roja 6`ê Çile gemîyeke barhilgir a çînî-hongkongî li perravên rojhilata Çînê li gemîya niftkêş a Îranê ket. Di encamê da agir berbû niftkêşa îranî. Sazîya Bender û Deryavanîya Îranê îro nuqumbûna niftkêşa îranî û candayîna 32 personelên wê ku 30 ji wan îranî û 2 jî bengiladêşî bûn, piştrast kir.

Hesen Rûhanî îro li peyamekê ji hemî sazî û dezgehên têkildar ji wan Wezaretxanên Rê û Bajêrsazî, Nift û Karên Derve yên Îranê xwest ku bi pêngavên pisporîyê, hegera vê bûyera sedema heyfê bi awayekî deqîq hilkolînin û şopandinên qanûnî yên pêwîst ji bo girtina pêşîya bûyerên bi vî rengî û herwiha ji bo dabînkirina mafên gelê Îranê û mablatên gorî û mexdûran pêk bînin.