Çile 14, 2018 15:10 Asia/Tehran
  • Niftkêşa îranî nuqum bû, hemû 32 kesên nav de canê xwe ji dest dan

Saziya bender û deryavaniya Îranê ragihand niftkêşa Sançî ya Îranê li beravên rojhilata Çînê bi tamî noqm bû û hemû ew 32 kesên nav vê gemiyê jî hatine kuştin û sersaxî gote malbatên van kesan û civata hêzên deryayî û gelê Îranê.

Li gor rapora Wezareta rê û bajêrçêkirin,saziya bender û deryavaniya Komara îslamî ya Îranê li peyama xwe ya îro yekşemê ragihand ku niftkêşa îranî li beravên rojhilata Çînê noqim bû.

Muhemed Rastad berdevkê komîta taybete çavdêrîkirina ser rewşa niftkêşa îranî û serokê saziya bender û deryavaniya Îranê ku li Şanghaya Çînê ye got: Agira nav niftkêşê gurrtir bûye û rê neda ku tekawerên îranî bikevine nav vê gemiyê.

Wî bal kişande ser viya ku gemî li halê noqmbûnê ye ragihand: Îdî tu hêviyek bi zindîmayîna persinolên nav vê gemiyê tune.

Roja 6`ê Çileya 2018an gemiyeka barî ya çînî-hongkopngî li perravên rojhilata Çînê li gemiyeka niftkêş a Îranê ket.

Ev lihevketin bû sebeba teqîn û agirpêketinê li vê gemiya îranî.