Çile 14, 2018 15:00 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Hevgirtina cîhana îslamê pêwîst e

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê got: Gêre û kêşeyên zav di nav cîhana îslamê da hene ku bona çareserkirina van kirîzan pêwîste cîhana îslamê hevgirtina xwe biparêze.

Li gor rapora IRIB News`ê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya êvara duh şemiyê tev cîgirê serokê meclisa Burkînafasoyê li Têhranê ragihand: Konferansa navnetewî ya welatên îslamî li Têhranê mecalekî başe bona ku welatên îslamî ji bo çareserkirina kirîzên heyî, nêhrînekî wan a nîzik hebe û wehdet û hevgirtina xwe bona sekinîna li hemberî pirsgirêkan biparêzin.

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê agihand: Roja îro liv û tevgerên Amerîka zêdetir bûye û bê şik biryara Amerîka bona birina baylozxana xwe bo Quds`ê biryarekî nijadperêzî ye.

Salîfo Tîmore cîgirê serokê meclisa Burkînafasoyê bilî qedrzaniya ji peywendiyên baş di navbera welatê xwe û Îranê got: Pêş viyaku werim Têhranê min li gel baylozê Îranê li Burkînafasoyê hevdîtin pêk anî û me li ser vekirina baylozxana welatê me li Têhranê jî bi wî ra axivî.

Cîgirê serokê meclisa Burkînafasoyê bilî diyarkirina nîgeraniya xwe ji biryarên serokkomarê Amerîka ragihand: Biryara Amerîka ji bo birina baylozxana xwe bo Qudsê xeterekî mezine ku pêwîste Amerîka pîşiya vê xeterê bigre.

Salîfo Tîmore bona pişkdariya li civîna 13-an a navînmeclisa welatên îslamî yên endame saziya hevkariya îslamî seredana Têhranê kiriye.

Cvîna 13-an a navînmeclisa welatên îslamî yên endame saziya hevkariya îslamî ji roja sêşemê 16 Çileyê dê destpê bibe û li roja çarşemiyê jî pê derxistina daxûyaniyekê dê kuta bibe.