Çile 14, 2018 14:44 Asia/Tehran
  •  Ruhanî: ``Amerîka ji ber binpêkirina sozên cîhanî û rêketina navokî bê hêtibar bûye``

Serokkomarê Îranê got: ``Amerîka hem ji babeta navnetewî û hem jî ji ber xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yê welatan ji gelê Îranê işkest xwariye``.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li rêûresma kutahiya dewra 9-an a festîvala navnetewî ya Farabî li Têhranê destnîşan kir: ``Amerîka li du babetan li hemberî gelê Îranê işkest xwariye yek ji ber binpêkirina soz û qirarên navnetewî li bara rêketina navokî û ya dudyan jî xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yê Îranê ku bîrûraya giştî ya gelê cîhanê li hemberî van siyasetên Amerîkayê rawesta``.

Serokkomarê Îranê bal kişande ser viya ku amerîkiyan pê siyasetên xwe yên îstekbarî, dîktatorî û xwequrekirinê nekarî li ser bîrûbawera giştî ya gelê cîhanê tesîr bike got: ``Eva işkestek ji bo Amerîka û serketinek mezin ji bo gelê Îranê bû``.

Ruhanî destnîşan kir; ``Li rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 serketinin ji bo gelê Îranê hatine dest ku qet ji nav naçin û kes nikare van serketinan îbtal bike``.

Wî bal kişande ser viya ku qet Îran bi dû çek û sîlahên navokî nîne û li hemû gotûbêjên Îranê tev grûpa 5+1 ev yeka hatiye gotin û li lêgeryanên curbicur ên saziya navnetewî ya enirjiya atomî ji Îranê jî ev rastiya siyaseta Îranê îspat kiriye ragihand: ``Hemû welatan li biryarnama Rêxistina Netewên Yekgirtî îteraf kirine ku heqê Îranê ye ku dewamê bide lêkolînên xwe yên aşitîxwazane yên navokî û eva serketinek ji bo gelê îranê ye ku qet ji nav naçe``.

Ruhanî bal kişande ser xebata hinedek ji welatan bona alozîçêkirin û cinayetan û destnîşan kir; ``Ew aliyên ku dixebitin aloziyan li navça Rojhilata Navîn çêbikin qet haje rewşa civakî ya vê navçê nînin û ji pêşe û teknolojiyên ber dest bona pêşbirina van cure hedef û armancên xwe behre digirin``.