Çile 14, 2018 13:57 Asia/Tehran
  • Brûcirdî: ``Siyaseta Îranê ya mûşekî nayê guhartin``

Serokê komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê ragihand; ``Karayiya mûşekî ya Îranê qet nakeve nav rêketina navokî ya di navbera îranê û grûpa 5+1``

Elaedîn Birûcirdî serokê komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê li gotûbêja xwe ta tev ajansa nûçan a meclisê li bara dewama dirêjbûna taloqbûna boykotên navokî yê Îranê û gotinên serokkomarê Amerîkayê li bara 4 mercên ku wî ji bo gotûbêjên nû tev Îranê ragihandiye got: ``Gotinên Trump qet cih nayên ji ber ku rêketina navokî, rêketineka navnetewî ye û Konseya ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî jî ev rêketina teyîd kiriye``.

Serokomarê Amerîkayê ku heta niha du caran rawestandina boykotên navokî yên vî welatî li dijî Îranê wajo kiriye, careka din tevî diyarkirina nekêfxweşiya xwe ji Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar, rawestandina van boykotan dirêj kir.

Koşka Sipî êvara Îniyê 12 Çileyê tevî ragihandina vê yekê ku eva cara dawiyê ye ku Trump rawestandina boykotan û piştrastkirina Lihevkirina Navokî wajo dike, îdia kir: ``Heke rêform û guhertinên daxwazkirî ji aliyê serokomarê Amerîkayê va derheq girantirkirina çavdêriyan û girêdana bernameya mûşekî ya Îranê bi Lihevkirina Navokî pêk neyên Amerîka dê ji Lihevkirina Navokî derkeve``.

Serokê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê destnîşan kir; ``Zêdekirina hêza berevanî û mûşekî ya Îranê bi taybet pê berçavgirtina gefên Rejîma Siyonîstî tiştekî pêwîst e û tenê rêya sekinîna li hemberî van gefan û Komara îslamî ya Îranê li vê barê qet tu aliyek gotûbêjê nake``.

Birûcirdî got: ``Trump tu çareyek xîncî rawestandina boykotên navokî yên vî welatî li dijî Îranê tune û boykotên nû dijî Îranê jî dijî rêketina navokî ne û nîşan dide ku Amerîka hema eşkera qayde û qirarên navnetewî binpê dike``.