Çile 14, 2018 09:55 Asia/Tehran
  • Wajokirina lihevkirinameya veguhestina hewayî di navbera Îran û Iraqê

Serokê Saziya Firokevaniya Neteweyî ya Îranê û wezîrê veguhestinê yê Iraqê lihevkirinameya veguhestina hewayî di navbera du welatan da wajo kirin.

Li gorî rapora Saziya Firokevaniya Neteweyî ya Îranê, li hevdîtina roja Şemiyê ya wezîrê veguhestinê yê Iraqê, Kazim Fincan El Hemamî, û Elî Abidzade, cîgirê wezîrê rê û çêkirina bajaran û Serokê Saziya Firokevaniya Neteweyî ya Îranê li Têhranê, du aliyan piştî gotûbêjên dirêj li bara mijarên têkildarî firrînên Îran û Iraqê lihevkirinameya veguhestina esmanî di navbera du welatan da wajo kirin.

Li gorî vê lihevkirinameyê û pêgiriya du aliyan li ser pêwîstiya hêsankiirna sefera ziyaretkiran, rewş û zemîneya qanûnî ya hevkariyên veguhestinê di navbera du welatên Îran û Iraqê û zemîneya berfirehbûna hevkariyên zêdetir û zêdebûna firrînan hat dabînkirin.

Her salê zêde ji 2 miliyon ziyaretkirên îranî ji bo beşdariya li rêûrisma Erbeîna Îmam Husêyn (S) diçin Kerbelayê û berpirsên kompaniya Hesinrê, Saziya Firokevaniya Neteweyî û veguhestina cadeyî bernameyên guncan û munasib ji bo hêsankirina hatûçûna ziyaretkiran di van rojan da cih tînin.

Niha her hefteyê zêde ji 100 firrîn ji aliyê kompaniyên geştên esmanî yên Îranê ber bi Bexda û Necefê va pêk tên.