Çile 13, 2018 17:06 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Zerîf bi hevtûşê wî yê çînî li ser Lihevkirina Navokî û rewşa niftkêşa Îranî

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê û Wang Yî, wezîrê karên derve yê Çînê, roja şemiyê bi rêya telefonê li bara Lihevkirina Navokî û rewşa herî dawîn a gemiya niftkêş a îranî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a FARS`ê, Zerîf û Wang Yî, li vê gotûbêja bi rêya telefonê, li ser pêwîstiya parastina Lihevkirina Navokî û pêbendiya hemî aliyan li sozên xwe pêgîrî kirin.

Wezîrê karên derve yê Çînê, li vê gotûbêjê herwiha mixabiniya xwe ji ber qewimîna bûyera ji bo gemiya niftkêş a îranî diyar kir û ragihand hêzên çînî yên hawargiheştinê ji bo wemirandina êgir pirr hewl didin û dê alîkariyên xwe berdewam bikin.

Şeva şemiya buhurî (9`ê Çilê), gemiyeka barhilgir a çînî- hongkongî li perravên rojhilata Çînê, li gemiyeka niftkş a îranî ket. Di encam vê bûyerê de teqîn qewimî û agir berbû niftkêşa îranî. 32 xizmetkarên niftkêşa îranî (30 îranî û 2 bengiladişî) di encama vê bûyerê de bêserûşûn bûne.

Bi hewldana hêzên rizgarkirinê, meytê sê xizmetkarên îranî yên vê niftkêşê di van rojên dawiyê de hatine peydakirin.