Çile 13, 2018 15:34 Asia/Tehran
  • Zerîf: Gotûbêja çandî pêwîstîya ewlehî û jîyanê ji bo her kesî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê gotûbêja çandî pêwîstîyeke ewlehî û jîyanê ji bo her kesî zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li yekem civîna ``gotûbêjên çandî-asyayî`` li Têhranê got: Asya dergûşa çandan û hizrên curbicur û şaristanîyê li civîka cîhanî ye.

Zerîf herwiha got: Parzemîna kevnar çawan ku Asyayê li civaka navnetewî bi vî navî nas dikin, bingeha hizir, felsefe, gotûbêj û têgiheştina hevpar bûye lê, gellek mixabin hema ev Asya roja îro bûye warê qeyran, pevçûn û kuştinên berfire ku ev yeka gellekî ji bingehên çandî, bawerî, nêrîn û fikrên curbicur ên asyayî dûr e.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Herçend li Asyayê nêrînên curbicur hene lê tişta ku roja îro li deverê nemaze li rojavaya Asyayê diqewime bi awayekî bingehîn berovajî bingehên çandî ye.

Ebûzer Ibrahîmî-Turkman serokê sazîya çand û peywendîyên islamî jî li merasima destpêka yekemîn civîna ``gotûbêjên çandî-asyayî`` got: Di serdemekê de ku civaka cîhanî pêrgî pirsgirêk û gêreyên curbicur bûye, kombûna bijare û zanyarên asyayî li vê civînê pêgirîyek li ser rol û girîngîya gotûbêjên çandî wek mêkanîzmek kêrhatî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyî û navnetewî.

Wî herwiha got: Roja îro çand unsura herî bibandor û xurt ji bo hevdengîyê tê hesêb lewma, gotûbêjên avakir û biarmanc bûne erkek bêveger.

Yekemîn civîna ``gotûbêjên çandî-asyayî`` ku sê komsyonên ``rojhilata Asyayê`` li zankoya lêkolînên cîhanê ya Zanîngeha Têhranê, komsyona ``nîvgirava Hindê`` li Zanîngeha Fêrdûsî ya Meşhedê û komsyona ``Asyaya Navîn û Qefqaz`` li Babolsera Mazenderanê li bakûra Îranê digire ber xwe yê mideha sê rojan bi amadebûna zanyarên îranî û yên ji 20 welatên asyayî bê domandin.