Çile 13, 2018 12:03 Asia/Tehran
  • Civîna sêzdehem a Navbera Meclisên Îslamî li Têhranê dest pê bû

Civînên karzaniyê yên Civîna sêzdehem a Navbera Meclisên Îslamî yên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî ji sibeha îro anku şemiyê va li Têhranê dfest pê bû.

Civînên kazranî, pisporî her wiha komîteyên cihanînê yên Civîna sêzdehem a Navbera Meclisên Îslamî yên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî dê heta 15`ê Çileya 2018an bi amadebûna 41 welatên îslamî were domandin.

Li civînên pisporî û karzanîyê her wiha komîteyên cihanîn û gelemperî, mijarên siyasî û pêwendiyên derveyî, mafên mirov, jin û babetên malbatê, karên hiqûqî û çandî, gotûbêja şaristaniyet û mezheban, karên aborî û hîngeh, beşdariya jinan li parlimanên welatên îslamî her wiha amadekirina pêşnivîsa daxûyaniya dawiyê ya Civîna sêzdehem a Navbera Meclisên Îslamî dê werin hilkoalndin.

Rêziknameya sereke û merasima vekirina Civîna sêzdehem a Navbera Meclisên Îslamî yên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî roja Sêşemiyê, 16`ê Çileya 2018`an, dê bi amadebûna serokên sê saziyên Îranê her wiha serokparlimanên beşdar dest pê bibe.

Ev civîn dê roja Çarşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê dawî li karê xwe bîne.

Nûnerên parlimanên 41 welatan ji Asya û Afrîqayê li Civîna sêzdehem a Navbera Meclisên Îslamî li Têhranê beşdar in ku ji wan 12 serokparliman û 9 cîgirê serokparliman her wioha serokên desteyên beşdar û hin nûnerên Rûsiyê ne.

Civîna sêzdehem a Navbera Meclisên Îslamî yên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî sala 2017an li welatê afrîqî yê Maliyê hat lidarxistin.