Çile 13, 2018 10:43 Asia/Tehran
  • Fermana serokomarê Îranê bona cihanîna bernameya Pêşbir a navokî

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê êvara Îniyê qala fermana serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo cihanîna Plana Pêşbir a Navokî kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê, Elî Ekber Salihî destnîşan kir ku hemî kedkarên Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê ketine seferberiyê ku fermana serokê Komara Îslamî ya Îranê cih bînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja 13`ê Kanûna 2016an li pey sistî, derengî û binpêkirina Lihevkiirna Navokî ji aliyê Amerîkayê va bi nameyekê bo serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê, ferman da ku bi armanca geşepêdana bernameya bi aştî ya navokî û li çarçova sozên navneteweyî, Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê navendên zanistî û lêkolînî yên plandarêştinê ji bo plandarêştin û çêkirina Pêşbira navokî ji bo behrewergirtina li warê veguhestin û tranzîta deryayî dest pê bike.