Çile 13, 2018 09:40 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya wezareta karên derve ya Îranê derbarê dirêjkirina rawestandina boykotan û hin boykotên nû ji aliyê dewleta Amerîkayê va

Wezareta karên derve ya Îranê bi daxûyaniyeka fermî ragihand: ``Serokomarê Amerîkayê tevî hewildana xwe ya yeksalî ji bo jinavbirina Lihevkirina Navokî careka din neçar ma ku hemî xalên pêwîst li Lihevkirina Navokî dirêj bike``.

Wezareta karên derve ya Îranê roja Îniyê bi dayîna daxûyaniyeka fermî ragihand: ``Qahîmbûna hundirîn a Lihevkirina Navokî û piştevaniya navneteweyî ji vê lihevkirinê rê li ber hewildanên serokomarê Amerîkayê, Rêjîma Siyonîst û hevpeymaniya nepîroz a tundrêyên şerxwaz ji bo betalkirina vê lihevkirinê an pêkanîna guhertinan têdfa girêda.

Li vê daxûyaniyê hatiye: ``Serokomarê Amerîkayê li halekî li ser esasa pêvajoya yeksala xwe ya bihurî dijminatiya xwe li dijî gelê Îranê didomîne û gefên xwe dubare dike ku bi caran li vî warî da lawaz û bêşiyan maye``.

Wezareta karên derve ya Îranê tevî şermezarkirina gefên Amerîkayê û zêdekirina kesên nû li lîsteya boykotan, ragihand: ``Komara Îslamî ya Îranê hertim digel endamên din ên Lihevkirina Navokî û civata cîhanî bi caran destnîşan kiriye ku Lihevkirina Navokî belgeyeka pêbawer û bi hitbar a navneteweyî ye û bi tu awayê nabe mijara gotûbêja dubare``.

Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: ``Komara Îslamî ya Îranê dê tu kiryarekê seratir ji sozên xwe yên li warê Lihevkirina Navokî pêk neyne; Dê tu guhertinekê li vê lihevkirinê - ne niha û ne di pêşerojê da - dê nepejirîne û dê rê nede ku tu têkilliyek di navbera Lihevkirina Navokî û her mijarekî din pêk were``.

Li daxûyaniya Wezareta karên derve ya Îranê hatiye: ``Dewleta Amerîkayê weke aliyên din ên Lihevkirina Navokî erkdar e ku tevahiya sozên xwe cih bîne û heke bi mehneyên pûç û bêbingeh erkên xwe cih neyne, divê berpirsiyariya dûhatên wê bi tamî qebûl bike``.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ku heta niha du caran rawestandina boykotên navokî yên Amerîkayê li dijî Îranê dirêj kiriye, careka din tevê nekêfxweşiya ji Lihevkirina navneteweyî ya Navokî di navbera Îranê  û Koma 5+1`ê, rawestandina van boykotan dirêj kir.