Çile 12, 2018 17:51 Asia/Tehran
  • Mişêwirê Zerîf: Îran bersivekî baş dide derketina hêtimalî ya Amerîka ji Rêketina navokî

Mişêwirê wezîrê karên derve yê Îranê got: Eger bê û Amerîka ji rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 derkeve, Têhran dê bersivekî baş bide Waşîngtonê.

Li gor rapora IRIB News`ê, Husên Şêyxul-îslam mişêwirê wezîrê karên derve yê Îranê li bara derketina hêtimalî ya Amerîka ji rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 û got:Donald Trump li fikra nîşandana qudreta xwe ye û qet li fikra xêr û qazanca xelkê Amerîka nîne.

Mişêwirê wezîrê karên derve yê Îranêdestnîşan kir: Amerîka heta niha çend rêketinên navnetewî binpê kiriye û reftara serokkomarê vî welatî pêşbînî nebûyî ye û li Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî jî wî li biryarnama li bara Quds`ê veto kir û li hemberî 14 14 welatan rawesta.

Mişêwirê wezîrê karên derve yê Îranê estnîşan kir: Amerîka cî û mewqiya xwe ya berê li nav welatên cîhanê jidest daye û qudreta vî welatî tune ku welatên cîhanê bi xwe ra hevrê bike.

Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê 13ê Mijdara 2017an li rapora xwe ya nû bo cara nehan ragihand ku Îranê hemû soz û qirarên xwe gor rêketina navokî cih aniye.

Lihevkirina Navokî li Tîrmeha 2015`an di navbera Komara Îslamiya Îranê û welatên koma 5+1`ê (pênc endamên hertimî yên Konseya Ewlehiyê, yanê Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa û Ingilistan) zêdeyî welatê Almanyayê, ji 16`ê meha Çileya sala 2016`an ve bi cih hat.

Li halê ku dewleta Amerîka hîn jî dijayetiya xwe li hemberî vê rêketina navnetewî didomîne, welatên ewrûpî yên ku ev rêketina navokî îmza kirine neyarê van cure siyasertên Amerîkayê ne.