Çile 12, 2018 16:30 Asia/Tehran
  •  Deryadar Fedewî: Hêza mûşekî ya Sipahê Pasdaran wêdatirî Kendava Farsê digire ber xwe

Fermandê Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got: Hêza mûşekî ya Sipahê Pasdaran ji Kendava Farsê heya tengava Hurmuzê û heta derveyî deryaya Umanê digre ber xwe.

 Serdarderyadar Elî Fedewî roja îniyê li salroja rawestandina du paporên  Emerîkayê li peravên  Îranê li kendava Farsê, li gotûbêja  bi Fars Newsê re destnîşan kir: Peyama  herî sereke ya  kiryara hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên  Inqilaba Îslamî cihhatina weideya Xwedê Teala bû, çawa ku Sipahê Pasdarên  Inqilaba  Îslamî tim bi cihanîna  vê sozê, Emerîka zelûl kiriye.

 Du paprên  emerîkî, 12 Çilla 2016`an  piştî derbasbûna  neqanûnî nav avên  Îranê li kendava Farsê ji aliyê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên Inqilaba  Îslamî, hatin rawestandin û lêniştiyên wê ku deh kes bûn hatin girtin û piştî ku hat kivşkirin derbasbûna wan nav avên  Îranê bi qest nebûye, serbest hatin berdanê.

 Serdar deryadar Elî Fedewî,fermandê Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba  Îslamî ya Îranê li bara berteka Emerîkayê û hewldana  vî welatî ji bo azadkirina  melewanên girtî got: Berteka Emerîkayê vê carê jî mîna berê piştî serketina  Inqilaba Îslamî,  teslîmbûn, temkîn, zîlet û lawahî  û hemî kiryarên  eskerî û dîplomatîk  bû.

  Fermandê Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba  Îslamî ya Îranê her wiha li bara  gefên herî giring  li dijî Îranê li kendava Farsê teqez kir: Sipahê Pasdaran  li kendava Farsê, tengava  Hurmizê, deryaya Umanê û her deryaya ku parastina  Inqilaba Îslamî pêwîst bike,  pir bihêztir ji berê û ji dema  girtina tifingdarên  emerîkî li halê cihanîna pêsiparta xwe ye.

 Serdar deryadar Elî Fedewî destnîşan kir: Li bara Hêza deryayî ya sipahê pasdarên Inqilaba  Îslamî, Emerîka  zêde ji  her  dijminekî din,  agehdar e ji ber ku bi hêza paporî ya bi îqtidar û bihêz û bêdawî,  bi hêza mûşekî ya  perav bo deryayê ku hemî panatiya  kendava Farsê û tebgava  Hurmizê û deryaya Umanê û  dervey wê girtiye ber xwe,  nasiyar e.