Çile 12, 2018 13:36 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê: Amerîka, Sîyonîst û Siûdî li piştperdeya alozîyên li Îranê bûn

Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê got: Li piştperdeya alozîyên vê dawîyê yên li Îranê, şeytanê mezin Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst plankarî kiribûn û Erebistanê jî alîkarîya madî dabû.

Hucet ul islam Kazim Sêdîqî li xutbeyên vê hefteyê yên minêja înîyê ya Têhranê bi gotina vîya ku alozî û fitneya vê dawîyê li Îranê, rûyê rastî yê koma têrorîst a Munafiqîn û dijminên gelê Îranê nîşan dan, ragihand: Gelê Îranê bi başî xwe ji rêza ajawegêr û sûdwergirên ji derfetê cida kir.

Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê bal kişand ser rola bîyanîyan li organîzekirina ajawegêrîyên vê dawîyê li Îranê û got: Heta dema ku gelê Îranê serxwebûna xwe parastîye û li hemberî zêdexwazîyên zorbêjên cîhanê sekinîye, dê bikeve ber êrişan.

Hucet ul islam Kazim Sêdîqî pêgirî kir: Gelê Îranê heta niha komployên dijminan pûç kirine û Mêhwera Berxwedanê jî li navçê kulmeke qahîm nav devê Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û hevpeymanên wê û xêrnexwazên cîhana islamê daye.

Pêşnimêjê demkî yê nivêja înîyê yê Têhranê li dawîyê got: Amerîka li hemberî gelê Îranê tûşî xeyal, hesabên şaş û sergirdanîyê bûye û heke careka din qesda komployê li dijî Îranê bike, yê gelê Îranê misteke din a qahîm li nav devê wî welatî bide.