Pêgirîya Îran û Ewropayê li ser domandina cihanîna rêketinama navokî
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê û wezîrên karên derve yên Fransa, Alman û Birîtanyayê îro li hevdîtinekê li Birûksêlê pêgirî li ser domandina cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li vê civînê pêgirî li ser girîngîya cihanîna rêketinama navokî ji hêla hemî alîyan nemaze YE`yê ve kir.
Fêdêrîka mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê û Zîgmar Gabrîyêl, Borîs Canson û Jan Yêvs Lodêrîyan wezîrên karên derve yên Alman, Birîtanya û Fransayê li vê civînê pêgirî li ser sozdarîya Ewropayê û herwiha dewletên xwe di çarçova rêketinama navokî wek destkevteke bêhempa ya dîplomasîya çendalî de kirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê li gorî vexwendina Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê çûye Bêljîkê.