Erdehejê parêzgehên Îlam û Kirmanşanê hejandin
Erdhejek bi giranîya 5.6 rîştêrî hin deverên parêzgehên Îlam û Kirmanşanê li rojavaya Îranê hejandin.
Navenda vê erdhejê bajarê Sûmar li parêzgeha Kirmanşanê bûye û ev erdheja li kûratîya 8 kîlomêtrîya topa erdê qewimîye.
Riza Mehmûdîyan rêvebirê giştî yê Navenda Kontrolkirina Qeyranê ya parêzgarîya Kirmanşanê di vî warî de got: Hêzên hawargiheştinê yên Komeleya Hîva Sor ber bi Sûmarê ve hatine şandinê ta ku piştî bicihbûna li gund û bajêran raporên destpêkê bişînin.
Wî herwiha got: 6 êkîbên nirxandinê yên Komeleya Hîva Sor mijûlê nirxandin û hilkolandina vê erdhejê ne.
Herwiha vê sibê erdhejeke bi giranîya 5.1 rîştêrî devera Hecdekê li parêzgeha Kirmanê hejand ku tu xisareke canî û darayîyê tinebû.
Di 12`ê Mijdara sala 2017`ê de erdhejeke bi giranîya 7.3 rîştêrî deverên rojavaya Îranê hejandin ku di encmamê de zêde ji 600 kesî canê xwe ji dest dan û zêde ji 12 hezar kes jî birîndar bûn.