Zerîf li hevdîtina tev Lavrof: Divê rêketinnama navokî bi micidî were şopandin
Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Divê hemî endamên rêketinnama navokî bi hewahengiya hev, xatrcem bibin ku ev destkewta bi micidî tê şopandinê.
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê roaj çarşemiyê li hevdîtina Sergeyî Lavrof wezîrê karên derve yê Rûsiyê li Moskowayê, ji piştgiriyên dewleta Rûsiyê ji cihanîna rêketinnama navokî spasî kir û got: Rêketinnama navokî yek ji destkewtên civaka Navneteweyî li salên derbasbûyî ye û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bi caran berpirsiyariya Îranê li bara cihanîna rêketinnama navokî piştrast kiriye.
Zerîf gotinên xwe wiha domandin: Mixabin yek ji endamên rêketinnama navokî ne tenê heya niha berpirsiyariyên xwe tam cih neaniye belkî siyasetên pir kirêt jî li vî warî hebûye.
Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku hevkariya navbra Têhran û Moskowayê kariye roleke giring li warê rawestana li ber terorîzm û fanatzîmê li navçeyê hebe û destnîşan kir: Îran berpirsiyar e ku li warê hevrêtî û hevkariya tev Rûsiyê û Tirkiyê xatircem bibe ku pêvajoya Astanê dê bi serketin bi pêş de here û civîna Sûçiyê, dê civîneke serketî be ji bo pêkanîna rêçareyeke siyasî ji bo Sûriyê.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li çarçoveya şêwirînên berdewam ên wezîrên karên derve yên Rûsiye û Îranê bi taybet li warê Rêketinnama navokî, berê xwe da Moskowayê.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha roja pênşemiyê ser deweta Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê diçe Bejîkayê li Brukselê û dê bi wezîrên karên derve yên Fransa,Almanya û Brîanyayê re , alûgorên herî dawiyê têkldarê rêketinnama navokî hilkole.