Ayetullah Xatemî: Çi ji destê me were, em ê ji bo zêdekirina birra mûşekên xwe bikin
Pêşnimêjê înê yê Têhranê bal kişand ser vê yekê ku li cîhana îro ku têde gelek mustekbir û zordar hene, em nikarin nebin çekdar û destnîşan kir: Îran hindî bikaribe dê birra mûşekên xwe zêde bikin ku xewê li çavê rayedarên Koşka Sipî heram bike.
Ayetullah seyd Ehmed Xatemî li xutbeyên vê hefteyê yên nimêja îniyê yaTêhranê bal kişand ser vê yekê ku Îarn jibo rawestana li ber dijminan divê çekdar û biqawet be û got: Îqtidara Komara Îslamî ya Îranê bi îqtidara dijminan feriq dike ji ber ku îqtidara wan jibo destdirêjiyê ye lê îqtidara Îranê jibo berevaniyê ye.
Ayetullah Xatemî her wiha got: Îranê li warê teknolojiya mûşekî xebata xwe didomîne da ku ger rojekê dînekî mîna Rejîma Siyonîstî dilê karekî hebe, Telavîv û Heyfayê tevde ji nav bibe.
Ayetullah seyd Ehmed Xatemî li xutbeyên vê hefteyê yên nimêja îniyê yaTêhranê her wiha kiryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq bi fermî naskirina Qudsê wek paytexta Rejîma Îsraîlê şermezar kir û got: Ev kiryara Trump bûye sedema nerazîbûna ne tenê cîhana Îslamê belkî hevpeymanên Emerîkayê jî.
ayetullah Xatemî bal kişand ser vê yekê ku gelê cîhanê bi awayekî berfireh li hember biryara Trump bertek nîşan dane û got: Tenê şermezarkirina vê meselê têrê nake û divê banî balyozên xwe bikin û balyozxaneyên Rejîma Siyonîstî li srasnerê cîhanê girêdin.
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê teqez kir: Kiryara Trump nîşan da ku tenê rêçareya Filistînê, întifaze ye û her çiqasî rejîma Siyonîstî were serkutkirin û derbe lê bikeve, eva pêngevek e ku xwedê pesen dike.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, çarşemiyê şevê etvî dijberiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî, Qudsê weke paytexta Rejîma qelp a Îsarîlê bi nav kir.