Kanûn 08, 2017 15:30 Asia/Tehran
  •  Meş û rîpîvana gelê Îranê jibo şermezarkirina biryara Trump ser Qudsê

Gelê Îrana Îslamî piştî nimêja îniyê bi lidarxistina meşa berfireh li kolan û çarsiyên bajarên curbicure Îranê, birayra Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq nasandina Qudsê weke paytexta Rejîma Siyonîstî bi tundî şermezar kirin.

 Xelkê seranserê Îrana Îslamî li halekê ku hin plakard û hin perçe jibo piştgiriya ji Filistînê û teqezkirina ser riya berxwedana  li hember rejîma  dagirkirê Qudsê  bilind kiribûn, slogana  `` mirin jibo Emerîkayê `` û `` mirin jibo Îsraîlê`` avêtin û  agir berdan alaya vê rejîmê.

Serokkomarê Emerîkayê, roja çarşemiyê tevî dijberiyên berfireh ên  navçeyî û cîhanî raghandin: Emerîka Qudsê weke paytexta Îsraîlê bi fermî nas dike.

 Trump ji wezareta karên derve ya Emerîkayê jî xwest ku  bila li karê guhestina  balyozxana  Emerîkayê ji Telavîvê bo Beytulmuqedesê  bike.

 Komara Îslamî ya Îranê ji van ewlatên yekim bû ku  ev kiryara Trump şçermezar kir. Wezareta Karên Derve ya  Îranê çarşemiyê şevê li daxûyaniyekê teqez kir ku kiryara  serokkomarê Emerîkayê derheq bifermînaskirina  Qudsê wek paytexta Rejîma  Siyonîstî hema mîna  binpêkirina  eşkere ya biryarnameyên  navneteweyî ye.

 Piraniya  welatan û rêxistinên  navneteweyî jî ev kiryara Trump şermezar kirin.