Kanûn 08, 2017 15:16 Asia/Tehran
  •  Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî: Kiryara Trump fitneyeka mezin e li dijî umeta Îslamî

Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî kiryara serokkomarê Emerîkayê derheq bifermînskirina Qudsê weke paytexta rejîma qelp a Îsraîlê şermezar kir û vê kiryarê weke fitneyeke mezin li dijî umeta Îslamî da zanîn.

 Donald Trump serokomarê Emerîkayê, çarşemiyê şevê tevî dijberiyên  berfireh ên navçeyî û cîhanî, Qudsê weke paytexta Rejîma qelp a Îsraîlê da zanîn.

Sipahê Pasdarên  Inqilaba Îslamî bi daxûyaniyekê raghand: Kiryara  sivik û ehmeqane ya serokkomarê Emerîkayê derheq bif ermî naskirina Qudsê weke paytexta  rejîma qelp  û zarokuj a siyonîstî, fitneyeka mezin li dijî umeta Îslamî û weke  binpêkirina  mafên gelê Filistînê tê hesabê û pêdivî ye cîhana Îslamî û civakên din ên heqxwaz bi micidî û bi hişmendî ev plan û komploya kirêt û ehrîmenî pûç bikin.

 Li vê daxûyaniyê her wiha hatiye: Bêguman ev hewldana  kirêt ne tenê xeyala   karbidestên  koçka sipî û siyonîzma  navneteweyî naguhere belkî dê bibe sedem ku bereya berxwedana filistînî cidîtir ji berê armanca azadiya  Qudsa Şerîf bişopîne û talankirên Filistîna mezlûm û ezîz di agirê tolhildana  xwe de asteng bike.

 Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî teqez kir: Întifaza Filistînê di qonaxeka nû lezgîntir ji berê bi piştgiriya giştalî ya umeta Îslamî û azadîxwaz ên  cîhanê bidome bi riswakirina  stratejî  û siyasetên  nû  yên ehrîmenê mezin li navçê, dê dawiya  rejîma  cellad û cinayetkar a siyonîstî û jinavbirina   vê ofeya kanserê ji bedena cîhana Îsalmê bizûtirkê cih were.

 Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha ji hemî gelê Îranê xwest ku bila  bi awayekî bicoş û hevgirtî li xwenîşandana  li dijî emerîkî-siyonîstî ya îro piştî nimêja îniyê li seranserê welêt beşdariyê bikin.

 Xwenîaşndana  li dijî emerîkî-siyonîstî li berteka li hember gotinên  Donald trump serokkomarê Emerîkayê li ragahndina  bajarê Qudsê weke  paytexta Rejîam  Îsarîlê, îro piştî nimêja  îniyê li seranserê Îranê tê lidarxistin.