Kanûn 08, 2017 13:20 Asia/Tehran
  • 31`emîn Civîna Navneteweyî ya Yekbûna Îslamî karê xwe bi dawî anî

Rêûrisma bi dawîhatina sî û yekemîn dewra Civîna Navneteweyî ya Yekbûna Îslamî, şeva pêncşemiyê li hola Civînan a Radiyo û Televîzyona Komara îslamiya Îranê, li Têhranê hate lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, beşdarên li 31`emîn Civîna Navneteweyî ya Yekbûna Îslamî ya li Têhranê, li daxuyaniyekê bi fermînaskirina Qudsa Şerîf wekî paytexta Rejîma Siyonîst a Îsraîlê, lîstina bi êgir a li dilê Filistînê dan zanîn.

Beşdarên li vê civînê, Filistînê xêza sor a welatên îslamî dan zanîn.

Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê û yek ji pişikdarên 31`emîn Civîna Navneteweyî ya Yekbûna Îslamî, li gotûbêja bi IRIB News`ê re got: Ev karê Amerîkayê ya bi fermînaskirina Qudsa Şerîf wekî paytexta Rejîma Îsraîlê, ne tenê wek destdirêjiya ser xelkê Filistînê ye belkî destdirêjiya ser hemî mislmanên cîhanê ye.

31`emîn Civîna Navneteweyî ya Yekbûna Îslamî, bi dirûşmeya Yekbûn û pêwîstiyên şaristaniyeta nûjen a îslamî, ji sêşemiyê ve li Têhranê destpê bû û şeva buhurî bi weşandina daxuyaniyekê li salona Civînên Navneteweyî yên Radiyo û Televîzyonê bi dawî hat.