Kanûn 08, 2017 13:17 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îngilistanê sibê wê were Îranê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, roja îniyê got: Boris Johnson (Borîs Canson) wezîrê karên derve yê îngilistanê, sibê şemiyê wê jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Komara îslamiya îranê re seredana Têhranê bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, herwiha got: Li vê seferê wê rewşa herî dawîn a peywendiyên di navbera du welatan de bi taybet di warê hevkariyên di asta bilind a aboriyê, berfirehkiirna peywendiyên bazirganiyê, meselên navçeyî û alûgorên navneteweyî de werin gotûbêjkirin.