Kanûn 08, 2017 12:40 Asia/Tehran
  • Meclisa Koreya Başûr 30 mîlyon Wûn alîkarî jibo erdhejlêketiyên rojavaya Îranê şand

Serok û nûnerên Meclisa Koreya Başûr li pêngaveke mirovdostane, 30 mîlyon Wûn (nêzî 27 hezar û 500 Dolarê Amerîkayê) dane mexdûrên erdheja rojavaya Îranê.

Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, ev pere li kareka mirovdostiyê û bi dilê xwe ji aliyê serok û nûnerên Meclisa Koreya Başûr jibo alîkariya bo mexdûrên erdheja li rojavaya Îranê, kom bibû û li rêûrismekê bi beşdariya Hesen Tahêriyan, balyozê Îranê li Koreya Başûr, alîkarê Rêxistina Xaça Sor a Cîhanî ya Koreya Başûr û serokê Koma Dostiya Parlemanî ya Koreya başûr û îranê û ji aliyê serokê Meclisa Koreya Başûr, jibo şandina bo Saziya Hîva Sor a Komara îslamiya Îranê, radestî Xaça Sor a Koreya Başûr bûye.

Erdhejek bi giraniya 7.3 dereceya rîştêrê, 12`ê Mijdara 2017`an, nevçeyeka berfireh a li rojavaya îranê nêzîkî sînorê Iraqê hejand. Di encama vê erdhejê de 444 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 hezar û 386 kes jî birîndar bûn.