Kanûn 07, 2017 19:38 Asia/Tehran
  • Serleşker Fîrûzabadî: Trump ewlehîya gelê Amerîkayê firote sîyonîstan

Rawêjkarê pilebilind ê leşkerê yê rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê wek berteka li hemberî kiryara serokomarê Amerîkayê ya ragihandina Qudsê wek paytexta rêjîma sexte ya Sîyonîst pêgirî kir: Donald Trump ewlehîya gelê Amerîkayê firote sîyonîstan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serdar serleşker Hesen Fîrûzabadî îro bi gotina vîya ku Rêjîma Sîyonîst bi destdirêjîya ser Qudsê mafên hemî dînan binpê dike, got: Ev kiryara narewa yê tenê berxwedana islamî li warê berevanîya ji nirxên pîroz micidtir bike.

Serleşker Fîrûzabadî bi pêgirîya ser vê yekê ku nêrînên Donald Trump yê bi zûtirkê tevlî zibilxana dîrokê bibin, got: Misilmanên cîhanê li rex gelê Filistînê yê têkoşîna xwe li dijî dagirkirên sîyonîst heta serketina tam bidomînin.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê duh ragihand ku Qudsê bi fermî wek paytexta Rêjîma Sîyonîst nas dike û ji wezareta karên derve ya Amerîkayê xwest ku amadekarîyên veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê bike.

Kiryara yekalî û xweserane ya Donald Trump a ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst, bûye sedema pêleke şermezarkirin û nerazîbûnê li cîhana islamê, welatên ereb û Ewropayê.