Kanûn 07, 2017 17:26 Asia/Tehran
  • Serokomarê Fransayê: Nabe rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bê ibtalkirin

Serokomarê Fransayê got: Tu dewsgirek çêtir ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji bo lihevkirina digel Komara Islamî ya Îranê têkildarî mijara navokî tineye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê (Mehr News), Emanoêl Mekron (Emanuel Macron ) serokomarê Fransayê îro li civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel Şêx Temîm Ibnê Hemed Alê Sanî mîrê Qeterê li bajarê Dohê ragihand: Lihevkriina navokî ya digel Îranê nabe ji nav were birinê, ji ber ku lihevkirina ku bê dewsa wê yê xirabtir be.

Mekron herwiha wek berteka li hemberî biryara şeva buhurî ya Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya nasandina Qudsê wek paytexta Israîlê û veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê di pêşerojê de got: Biryara Trump tam kesane ye û Parîs ewê ret dike.

Serokomarê Fransayê bi gotina vîya ku ``vegerandina istiqrarê bo welatên dorhêla Kendava Farsê`` ji bo Parîsê ewlewîyet e, hivî kir: Devera Rojhilata Navînê zûka ji têrorîstan bê pakijkirinê.

Şêx Temîm Ibnê Hemed Alê Sanî mîrê Qeterê jî li vê civîna çapemenîyê ya hevpar ``muzakire`` wek rêçareya pirsgirêkên di navbera Qeterê û welatên ereb de zanî û got: Cihê mixabinîyê ye ku dorpêça welatên ereb ser Qeterê de didome.

Şêx Temîm Ibnê Hemed Alê Sanî bi gotina vîya ku parastina serwerîya netewî ya Qeterê ewlewîyet e, pêgirî li ser pêbendîya vî welatî ji bo domandina têkoşîna li hemberî têrorîsmê kir.

Serokomarê Fransayê, Emanoêl Mekron vê sibê ji bo gotûbêja digel rayedarên pilebilind ên Qeterê têkildarî alûgurên vê dawîyê yên herêmê derbasî Dohê bû.