Kanûn 07, 2017 10:50 Asia/Tehran
  • Roja xwendekaran, sembola sekinîna gelê Îranê li hember îstikbarê

Îro pênşem, 16 Azerê, 7 Kanûna 2017an li rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê weke roja xwendekaran hatiye bi navkirin.

Mudaxila Amerîkayê li Îranê ku ji salên destpêka deheka 1950 destpê bibû bi darbeya amerîkî-inglîz li dijî dewleta qanûnî ya Îranê( dewleta Musediqî) li 28 Murdda 1332 gihêştibû pir girantir bibû piştî vê tevgera roxandinê, Amerîkayê bi xeyaleke rehet mudaxila xwe li Îranê li çarçêva bernamên hevkariya tev rejîma şah li Îranê destpê kir û wer dizanî ku hemî hereketên nerazîbûnê li Îranê bi siyaseta serkutkirin û mêrkutê hesnî yê Rejîma şah li Îranê dê were serkut kirin.

Ev buyera bîranîna qonaxek ji dîroka têkoşanên gelê Îran li dijî siyasetên mudaxilekerane yên Amerîkayê li Îranê ye , hereketa ku ji aliyê Rejîma şah ve bi gullê hat bersivandin. Li vê cinayetê ku bi mudaxila Amerîkayê cih hat sê kes ji xwendekarên zanîngeha Têhranê bi derba gulleyên hêzên serkutkir ên Rejîma şah hatin kuştin.

Buyera 16 azermehê nîşan da ku rabûna gelê Îranê nesekiniye loma hokara vê buyerê li alûgurên siyasî yên Îranê û buyerên têkilîdarê wê roleke rasterast hebû.

 Hilkolandina  howiyeta dîrokî û pêvajoya  pêkhatina wê û rola tevgera xwendekaran li Îranê jî nîşan dide ku çî û qata  xwendekaran tim bi baldarî û şiroveyên durust, erka xwe li çarçoveya  meselhet û berjewendiyên  neteweyî yên  Îranê pênase kiriye.