Kanûn 06, 2017 11:12 Asia/Tehran
  • Qasimî: Dubarekirina buxtanan, alîkarîyê nade cebirandina şaşitîyên Amerîkayê li hemberî Îranê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê di bersiva gotinên vê dawîyê yên wezîrê karên derve yê Amerîkayê de got: Dubarekirina buxtanên pûç û derew tu alîkarîyekê nade cebirandina şaşitîyên istiratêjîk û mezin ên ku Amerîkayê di dehsalîyên vê dawîyê de li hemberî Îranê û navçê kirine.

Rêks Tîlêrson (Rex W. Tillerson) wezîrê karên derve yê Amerîkayê duh li civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîayseta derve ya YE`yê li bajarê Brûksêlê li dewama axavtinên pûç ên dijî Îranê, Komara Islamî ya Îranê bi alozkirina istiqrar û ewlehîya navçê tawanbar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê gotinên Tîlêrson ``pêkutîya bêçine û leca bêhasil di warê dubarekirina buxtanên pûç li hemberî Komara Islamî ya Îranê bi nav kirin û got: Tawanbarkirina welatên din derd û birînên kûr û kevin ên ji sîyasetên zêdexwazî û zorbêjane yên Amerîkayê li navçê mane, derman nake.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi pêgirîya ser vîya ku Komara Islamî ya Îranê xwe yek ji gorîyên sîyastên destwerdanxwazî, derbe û dîktatorîya ji ber kiryarên Amerîkayê ye, ji Tîlêrson xwest ku hewl bide bi rasîtyan, dîroka navçê û sîyasetên Amerîkayê û bandor û dûhatên wê ku bûne sedema qeyranên giran û kuştina bi sedan hezar jin û zarokên bê guneh, zêdetir nas bike.

Qasimî herwiha got: Îran wek xeta pêşîn a têkoşîna li hemberî têrorîsmê li navçe û cîhanê, bi hemî hêza xwe di çaçrova isûlên exlaqî û qirarên navnetewî de bi merema alîkarîya bo istiqrar û ewlehîyê û têkoşîna li hemberî têrorîsm û şerûtîyê bêyî ku guh bide derewên xêrnexwazên gelên herêmê, yê hewldanên kêratî bidomîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Bê guman berçavnegirtina kiryarên girîng ên Îranê di warê alîakrîya ji bo istiqrar û ewlehîya herêmê de, tenê dikare ji ber hêrsbûna Amerîkayê ji têkoşîna berdewam a Komara Islamî ya Îranê li hemberî têrorîsmê û nîşnayeke piştgirîya Waşîngtonê ji têrorîsmê be.