Mijdar 15, 2017 18:10 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran û Rûsye du welatên bikok bi rabihurî û dîroka kevn in

Wezîrê karên derve yê Îranê, li peyamekê bo Civîna Zanistî ya Navneteweyî ya Îran û Rûsye- Pênc sedsalên hevkariyan, ragihand: Îran û Rûsye du welatên bikok bi rabihurî û dîroka kevn in.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê îranê li peyamekê jibo  Civîna Zanistî ya Navneteweyî ya Îran û Rûsye- Pênc sedsalên hevkariyan, ku li Rûsyê hate lidarxistin, birêveçûna vî civînê kareka girîng û binirx li peywendiyên di navbera du welatan de da zanîn û pêgîrî kir: Kêm welat li cîhanê hene ku peywendiyên wan wek yên Îran û Rûsyê vedigerin 5 sedsalan beriya niha.

Wezîrê karên derve yê Îranê, herwiha got: Ev peywendiya hevraz û nişîvên xwe hebûne lê dersa mezin a van peywendiyên kevn û pirrcur eva ye ku Îran û Rûsye wekî du cînaran, divê bi hev re peywendiyên berfirehtir hebinn û hewl bidin van peywendiyan zêde û berfire û çendalî bikin.

Zerîf Destnîşan kir: Berfirehkirina peywendiyên di navbera Îran û Rûsyê de ne tenê liser xêra her du welatan bûye, belkî sedemeka girîng li ewlehî, istiqrar û geşepêdana navçeyên wek Asyaya Navendî û Rojhilata Navînê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Şêwirîna bijare û xwedannihêrînên zanistî û çandî ya Îran û Rûsyê di vê civînê de, derfeteka nû jibo geşkirina dîplomasiya çandî pêk anî û wê alîkariya qahêmbûn û xurtbûna peywendiyên dualî bike.

Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsyê jî li peyama xwe ya bo vê civîna zanistî, hevkariyên di navbera îran û Rûsyê de di astên curbicur de û ji wan hevkariyên leşkerî, zanistî, mirovdostiyê û geştyariyê bi bîr xistin û pêgîrî kir: Îran û Rûsyê hewl didin li bersiva pirsgirêkên wek terorîsm û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê, hevkariyên xwe zêde û berfireh bikin .