Mijdar 15, 2017 17:18 Asia/Tehran
  • Zerîf: `Hewldanên Amerîkayê li dijî Îranê derveyî çarçovên qanûnî ye`

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: `Îdia û angaştên dijî Îranê yên Amerîkayê li warê hiqûqî derveyî çarçovên qanûnî ye`.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja çarşemê bal kişande ser karên amerîkiyan li dijî Îranê û got: `karên dijî Îranê yên Amerîkiyan li warê hiqûqî tu çarçoveke xwe ya qanûnî tunen û ji ber vê yekê Komara Îslamî ya Îranê heta niha bi ser ketiye û rê li ber cihanîna van hikman li welatên din ji billî Kanadayê hatiye girtin`.

Zerîf bal kişande ser karê siyasî yê dewleta Amerîkayê di sala 1984an ku Îran xiste nav lîsteya welatên piştevanê terorîsmê û got: ``Wê salê Amerîkayê Rêjîma Beis a Iraqê ji lîsta welatên piştgirê terorîsmê derxist û Îran xiste nav wê lîstê ku ev yek nîşan dide çiqas ev karê amerîkiyan siyasî bûye``.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: ``Hema heya îro derdora 60 miliyard dolar li Amerîkayê dijî Îranê hukm hatiye derxistin û diravekî bi vî qasî jî li Komara Îslamî ya Îranê li dijî Amerîkayê hukm hatiye dertxistin``.

Lîsteya bilind a boykotên Amerîkayê li dijî Îranê vedigere sala 1979an û bûyera desteserkirina Hêlîna Sîxoriyê (Balyozxane) ya Amerîkayê li Têhranê.

Di roja 14`ê Mijdara 1979an serokomarê wê demê yê Amerîkayê, Cîmî Karter fermana Blokekirina hesabên îraniyan li Amerîkayê da.

Desteserkirina mal û heyitiyên Îranê ji aliyê Amerîkayê va beşek ji pêvajoya dijminatîyê û binpêkirina xalên hiqûqên navneteweyî û mînaka tam a Diziyeka navneteweyî ye.