Mijdar 15, 2017 10:56 Asia/Tehran
  • Alê Hebîb: ``Ji DAIŞ, Qaîde û Cebheya Nusreyê zêdetir, Erebistan zarokan dikuje``

Alîkarê Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî rexneya ji saziyên çalak li warê Mafên Mirovan ji ber berçavnegirtina cinayetên rêjîma siûdî li Yemenê, destnîşan kir kui hebûna Erebistanê wek hevpeymanê Civata Cîhanî li têkoşîna dijî Têrorîsmê, sedema pêkeniya mijara ``Mafên Mirovan`` û ``Mirovatiyê`` ye.

Li gorî rapora Fars News`ê, Alîkarê Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Îshaq Alê Hebîb roja Sêşemiyê wek bersiva li hemberî bêhurmetiya nûnerê Rêjîma Siûdî li NY ku li komîteya sêyem a Civata Giştî ya vê rêxiostinê û bi mijara hilkolandina biryarnameya pêşniyarkirî ya Kanadayê li dijî `Liv û tevgerên Îranê li warê Mafên Mirovan` hat hilêxistin, got: ``Erebistana Siûdiyê zêdetir ji tevahiya komên têrorîst ên El Qaîde, DAIŞ û Cebheya Nusreyê li cîhanê, li Yemenê zarokan dikuje``.

Alîkarê Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî pêgiriya li ser vê yekê ku wekhevbûna cinayetên DAIŞ`ê û Rêjîma Siûdî ji wan ``Serjêkirin`` tiştekî bêsedem û nişkêvayî nîne, got: ``DAIŞ û Erebistanê bîrdoziyeka hevpar hene û ji bilî xwe, hemiyan çi misilman be û çi ne-misilman be, wek `Kafir` û `Jirêderketî (Murted)` dizabnin``.

Alîkarê Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Evdillah Muelimî li vê civînê tevî dubarekirina îdia û angaştên pûç û bêbuingeh, Komara Îslamî ya Îranê wek ``Binpêkera Mafên Mirovan`` binav kir.

Komîteya sêyem a Civata Giştî ya NY roja Sêşemiyê bi dubarekirina tawanên neselimandî, biryarnameya pêşniyarkirî ya Kanadayê li dijî ``Rewşa Mafên Mirovan li Îranê`` pesend kir.

Alîkarê Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Îshaq Alê Hebîb piştî pesendbûna vê biryarnameyê, pîvank û standardên ducûre û cihêkarane wek pişkeka necudabûyî ji siyaseta derveyî ya welatin mîna Kanadayê da zanîn û destnîşamn kir ku ``Ev kiryara bêwate û bêencam a `Oatavayê` bêhurmetiya li Mafên Mirovan, kiryareka bi ziyan ji bo mêkanîsmên Mafên Mirovan ên NY û bêrêziya li fehm û têgihîştina gelekî ye ku ji nêzik va siyaseta bijardinî ya Kanadayê derheq rewşên Mafên Mirovan dibîne``.

Alê Hebîb her wiha got: ``Otava hertim û bi awayekî bêmerc ji rêjîma dagirker û zarokkuj a siyonîst piştevaniyê dike; û niha li hemberî cinayetên hevpaymanên xwe ji wan Erebistanê bêdeng dimîne û liv û tevgerên wî welatî tev kesên xwecihî, koçber û kêmîneyan, cihêkarane ye``.

Berî viya jî Komîteya Sêyem a Civata Giştî ya NY di bin bandor û guvaşên welatên rojavayî û hevpeymanên wan, li dijî Îranê biryarname dabû.

Mafên Mirovan ji hêla welatên rojavayî va wek hêza nerm ji bo bandorkirin û anîna guvaş û zextê li dijî welatên serbixwe û dijberên pergala serdestîxwaz tê bikiaranîn.