Mijdar 14, 2017 20:46 Asia/Tehran
  • Pêgirîya rêberê giranqedir ê inqilabê ser dewama hevderdîya berpirsan digel mexdûrên erdhejê

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li civînekê bi amadebûna serokên her sê dezgehên birêvebirina Îranê pêgirî kir: Hevderdîya berpirsan digel mexdûrên erdhejê divê li piratîkê û alîkarîya bo gel bi awayekî xurt bidome ta ku pirsgirêk û êşa gel kêm bibe.

Hezretê ayerulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilabê îşev li civînekê bi amadebûna serokomar, serokê meclisê û serokê dezgeha dadwerîyê û çend berpirsên welêt heyf û mixabinîya xwe ya kûr ji ber bûyera tal a erdheja li Kirmanşanê dîyar kir û bûyera tal a vê dawîyê ceribandineke ilahî û meydanî ji bo cihanîna erkê ya berpirsan zanî.

Hezretê ayetuah Xaminêyî herwiha got: Di van 2 rojan de berpirs ji wan serokomar bi amadebûna nav gelê belalêketî bûn şirîkê êş û xema wan û em hêvîdar in ku ev hevderdî li piratîkê û alîkarîya bo gel jî bi awayekî xurt bidome û pirsgirêk û êşên gel li gorî sarbûna hewayê û pêşdebûna demsala sermayê kêm bike.

Wî herwiha herikîna xwûna dilovanî û hevkarîyê di temarên civaka islamî de yek ji bandorên bûyerên bi vî rengî zanî û got: Ev bûyerana her kesî ber bi meydanên hevkarîyê ve dimeşînin û em hêvîdar in ku di encama vê dilovanî û biratîyê de, bereketên ilahî ser gelê egît ê warê qaremanperwer ê Kirmanşanê û hemî gelê Îranê bibarin.

Rêberê giranqedir ê inqilabê bi gotina vîya ku em şirîkê vê xema gelê egtî û sînorparêzên mêrxwas ên parêzgeha Kirmanşanê ne, ragihand: Bela û jidestdayîna kes û ezîzan tal û dijwar e lê hêvîdar im ku Xwedê teala aramîya xwe bixe dilê malbatên dagdar û çavên wan bi rehmet û kerema xwe ronî bike.