Mijdar 14, 2017 20:16 Asia/Tehran
  • Emîrebdulahîyan: Îran û Tirkîyê roleke girîng li têkoşîna dijî têrorîsmê hene

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî got: Sîyaseta Komara Islamî ya Îranê û Tirkîyê li têkoşîna dijî têrorîsmê û rawêjkarîyên berdewam ên sîyasî di rewşa niha ya herêmê de girîng in.

Hisên Emîrebdulahîyan îro li hevdîtina digel Riza Hakan Tekîn sefîrê Tirkîyê li Têhranê, bal kişand ser girîngîya peywendîyên parlimanî yên Komara Islamî ya Îranê û Tirkîyê û got: Berfirekirina zêdetir a peywendîyên parlimanî yê roleke girîng di pêşdebirina giştalî ya peywendîyên her du welatan de bilîze.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî, herwiha lidarxistina dehemîn civîna meclisên welatên endamê Civata Asyayî ya APA`yê di hefteya bê li Istenbola Tirkîyê di rewşa niha ya navçê de girîng zanî.

Wî herwiha pêgirî li ser pêwîstîya hevkarîyên giştalî yên her du welatan di warên aborî û bazirganîyê de kir.

Riza Hakan Tekîn sefîrê Tirkîyê li Têhranê jî li vê hevdîtinê nêrînên her du welatan têkildarî mijar û meseleyên navçeyî û navnetewî wekhev zanîn û pêgirî li ser hevkarîya zêdetir a Têhran û Enqerê di çarçova berjewendîyên hevpar de kir.

Wî herwiha hevkarîyên parlimanî yên Îran û Tirkîyê li civatên navnetewî di asta herî baş de zanîn û got: Tirkîye hez dike peywendîyên dualî berfire bike û asta danûistandinên digel Komara Islamî ya Îranê jorde bibe.