Mijdar 14, 2017 14:03 Asia/Tehran
  • Rûhanî seredana navçeyên erdhejhatî li şaristana Serpolê Zehabê kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro anku Sêşemiyê li sefera bo parêzgeha Kirmaşanê li rojavaya Îranê bi amadebûna li Şaristana Serpolê Zehabê seredana navçeyên ziyandîtî ji ber erdhejê li vê şaristanê kir û bi gelê vê deverê ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li vê seredanê agahî û zanyarî ji berpirsan derbarê çawaniya ziyan û zirarên ji ber erdhejê û pêvajoya hawargihaniya bo xelkê ziyandîtî ji ber erdhejê li Şaristana Serpolê Zehab bi dest xistin.

Rûhanî her wiha tevî bihîstina axaftina kesên ziyandîtî ji ber erdhejê, nêrîna wan derbarê şêwaza hawargihaniyê, kêmasî û pirsgirêkên heyî pirsî û fermanên pêwîst ji bo wêdadayîna kêmasî  û pirsgirêkên gel da berpirsan.

Gelê Serpolê Zehab jî ku ji amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê li navçeyên erdhatî kêfxweş bûn, gotin ku ev hatina serokomêr derd û elemên wan kêmtir dike.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, serdar serleşker Mihemed Elî Ceferî jî ku sefera parêzgeha Kirmaşanê kiriye, got: ``Opêrasiyona avakirina malên deverên gundî ku radestî Besîc û Sipah hatiye kirin, bilez dest pê bûye``.

Erdhejek bi mezinahiya 7.3  a pêlên hundirîn ên erdlê (Rîştir) êvara Yekşemiyê deverên cûrbicûr ên rojavaya Îranê her wiha navçeyên bakurê rojhilata Iraqê hejand. Heta niha ji ber vê erdhejê li Îranê 423 kesî jiyana xwe ji dest dane û heft hezar û 370 kes jî birîndar bûne. Her wiha heta niha 193 erdhejên biçûktir parêzgeha Kirmaşanê hejandine.

Bicihkirina awarte ya xelkê ji destpêka qewimîna erdhejê dest pê bûye û hawargihanîya bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê bi îmkan û derfetên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, artêş  Besîcê hema wisa didome.

Nexweşxaneya Çolê jî li navçeyên erdhejhatî hatiye vekirin û hêzên xwebexş bo navçeyê hatine şandin.