Mijdar 14, 2017 11:45 Asia/Tehran
  • Rûhanî: ``Gel, dewlet û hêzên çekdar ên Îranê bi hemî şiyana xwe li kêleka gelê Kirmaşanê ne``

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku ``Tevahiya gelê Îranê li tenişta Kirmaşanê ne``, destnîşan kir: ``Gel, dewlet û hêêzn çekdar ên Îranê bi hemî hêzû şiyana xwe li kêleka xelkê Kirmaşanê ne``.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî ku bi mebesta serîlêdana ji navçeyên erdhejhatî sibeha îro anku Sêşemiyê gihîşte Kirmaşanê (li rojavaya Îranê), dema gihîştina vê parêzgehê li nav nûçegihanan got: ``Dewlet bi hemî hêz û şiyana xwe ji bo hawargihaniya bo ziyandîtiyên erdhejê, ketine tevgerê û di dema herî kin  a pêkan da wê hewil bidin ku vê qeyranê çareser bikin``.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku ``Tu îraniyek tune ku îro rojê li fikra xelkê Kirmaşanê nebe``, her wiha got: ``Divê gişt lio kêleka hevdu ji bo wêdabirina pirsgirêkên gelê ziyandîtî ji ber erdhejê, hemî şiyan û derfetên xwe bi kar bînin``.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha sipasiya tevahiya welatin kir ku li vê bûyerê digel xelkê Îranê hevderdî kirin``.

Rûhanî her wiha ji bo birîndarên vê erdhejê jî hêviya şifayê û bo kesên xemdîtî jî hêviya sebr û hedarê kir.

Erdhejek bi mezinahiya 7.3  a pêlên hundirîn ên erdlê (Rîştir) êvara Yekşemiyê deverên cûrbicûr ên rojavaya Îranê her wiha navçeyên bakurê rojhilata Iraqê hejand. Heta niha ji ber vê erdhejê li Îranê 423 kesî jiyana xwe ji dest dane û heft hezar û 370 kes jî birîndar bûne. Her wiha heta niha 193 erdhejên biçûktir parêzgeha Kirmaşanê hejandine.

Bicihkirina awarte ya xelkê ji destpêka qewimîna erdhejê dest pê bûye û hawargihanîya bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê bi îmkan û derfetên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, artêş  Besîcê hema wisa didome.

Nexweşxaneya Çolê jî li navçeyên erdhejhatî hatiye vekirin û hêzên xwebexş bo navçeyê hatine şandin.