Mijdar 14, 2017 09:27 Asia/Tehran
  • Hejmara dawiyê ya gorî û birîndarên erdheja rojavaya Îranê

Beşa peywendiyên giştî ya Pizişkiya Qanûnî ya Parêzgeha Kirmaşanê Duşemiyê bi şev ragihand ku heta niha ji ber qewimîna erdhejê li rojavaya Îranê, 413 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora Fars News`ê, berdevkê Saziya hawargihanî û filitandinê jî êvara Duşemiyê ragihand ku heta niha ji ber vê erdhejê heft hezar û 370 kes birîndar bûne.

Erdhejek bi mezinahiya 7.3  a pêlên hundirîn ên erdlê (Rîştir) êvara Yekşemiyê deverên cûrbicûr ên rojavaya Îranê her wiha navçeyên bakurê rojhilata Iraqê hejand.  Her wiha heta niha 193 erdhejên biçûktir parêzgeha Kirmaşanê hejandine.

Desteya dewleta Îranê Duşemiyê bi şev bi daxûyaniyekê, îro anku Sêşemiyê wek roja Şîna Giştî da zanîn.

Berpirsên leşkerî û rêxistinên cûrbicûr û rayedarên leşkerî ji wan fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, serdar serleşker Mihemed Elî Ceferî, û fermandarê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Evdilrehîm Mûsewî, ji bo hilkolandina rewşê û plandarêştinê li navçeyên erdhejlêhatî amade bûne.

Li ser fermana serokê Komara Îslamî ya Îranê, wezîrên karên hundir û tendurustî, derman û perwerdehiya pizişkî û serokê Civata Hîva Sor hevrê digel tîmek ji Saziya Serokomartî çûne navçeyên erdhejhatî li parêzgeha Kirmaşanê.

Li vî halî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî îro anku Sêşemiyê ji bo çavdêrî û hilkolandina pêvajoya hawargihaniya bo ziyandîtiyên erdhejê û hevdîtina bi wan dê berê xwe bide parêzgeha Kirmaşanê li rojavaya Îranê.

Bicihkirina awarte ya xelkê ji destpêka qewimîna erdhejê dest pê bûye û hawargihanîya bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê bi îmkan û derfetên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, artêş  Besîcê hema wisa didome.

Nexweşxaneya Çolê jî li navçeyên erdhejhatî hatiye vekirin û hêzên xwebexş bo navçeyê hatine şandin.