Mijdar 13, 2017 10:33 Asia/Tehran
  • Rêberê inqilabê: Bila berpirs herin hawara mezdûrên erdhejê

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî bi dû erdheja şeva buhurî ku gellek deverên rojavaya welêt girtin ber xwe û di encamê de hejmareke welatîyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn, peyamek da.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li vê peyamê ragihand: Mixabin min nûçeya erdheja li rojavaya welêt ku di encamê de hejmareke hevwelatîyên me canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn û hin xisar pêk hatine, bihîst.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Erka berpirsan ew e ku di sietên destpêkê de bi awayekî berfire herin hawara mexdûran nemaze kesên di bin kavil û kelefeyan da mane û bi sûdwergirtina lezgîn ji hemî imkanan, pêşîya jordaçûna gorî û xisaran bigirin.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha got: Artêş, Sipahê Pasdarên Inqilabê û Besîc bi awayekî rêk û pêk û lezgîn alîkarîyê bidin veguhestina birîndaran û rakirina kavilan û dezgehên dewletê çi leşkerî çi neleşkerî hemî hêz û şîyana xwe ji bo gîhandina alîkarîyê bo mexdûran û mablatên wan bixin dewrê.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Ez ji kûratîya dilê xwe va, ji ber vê bûyera tel û bikeser sersaxîyê didim gelê Îranê nemaze gelê xwoşdivî yê parêzgeha Kirmanşanê û taybetî jî malbatên tûşbûyî û lawahîyan ji Xwedê teala dikim ku vê êşê bike sedema rehmet û kerema xwe û sebir û berxwedana gelê me yê ezîz zêde bike.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha pêgirî kir: Ez ji hemî kesên ku dikarin bi curekî alîkarîyê bidin sivikkirina barê xem û xisarê dixwazim ku herin hawara mexdûran.