Mijdar 13, 2017 10:22 Asia/Tehran
  • Erdhejê deverên rojavaya Îranê nemaze Kirmanşan û Kurdistan hejandin

Navenda Jêofîzîkê ya Zanîngeha Têhranê ragihand: Erdhejeke giran bi giranîya 7.2 li gorî pîvana Rîştêrê siet 21:05 şeva buhurî deverên berfire ji rojavaya Îranê nemaze parêzgehên Kirmanşan û Kurdistanê hejnadin.

Li gorî rapora nûçegihanê me, li gorî amara herî dawîyê di encama erdheja li parêzgehên rojavaya Îranê nemaze Kirmanşan û Kurdistanê de 207 kesî canê xwe ji dest dan û 2504 kes jî birîndar bûn. Ji ber giranîya erdhejê û dewama lêgerîna bo peydakirina meytê gorîyan û birîndarên vê bûyerê, ihtimal heye hejmara gorîyan jorda here.

Ekîbên hawargiheştinê niha mijûlê alîkarîyê û rakirina kelefe û kavilên ji ber erdhejê ne.

Hûşeng Bazvend parêzgarê Kirmanşanê vê sibê got: Bi saya seferberîya gelanî û ekîbên hawargiheştinê, opêrasyona berhevkirina kavil û kelefeyan li deverên erdhejlêketî yên vê parêzgehê destpê bûye.

Li gorî gotina parêzgarê Kirmanşanê nêzî 30 helekoptêr ji bo veguhestina birîndaran ji bajêran ber bi navenda parêzgehê ango Kirmanşanê hatine şandin.

Bazvend herwiha got: Berpirsên xizmetguzarîyên bajêran hewl didin borîyên avê, etên ceryan, û gazê bicebirînin.

Di vî halî de Evdilriza Rehmanî-Fezlî wezîrê karên hundur ê Îranê bal kişand ser pêgirîya serokomar ji bo seferberkirina hemî imkanên hemî sazî û dezgan jibo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina hewcetîyên deverên erdhejlêketî yên rojavaya welêt got: Imkan û alavên pêwîst ji parêzgehên derdorê ber bi deverên erdhejlêketî va tên şandin.

Wezîrê karên hundur ê Îranê ji hêzên Sipah û Artêşê jî xwest ku zûka nexweşxanên çoleme û demkî li deverên erdhejlêketî damezirînin û rakirina kavil û kelefeyan jî destpê bikin.