Cotmeh 13, 2017 19:49 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Zerîf û Lavrov ser pêbendîya hemî alîyan li rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê

Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsîyê li ser pêwîstîya pêbendîya hemî alîyên wajokirê rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê li vê rêketinamê sekinîn.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Sergey Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê îro li gotûbêja têlêfonî digel Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê pêgirî kir ku Moskov pêbendê rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ye û pêwîst e ku Îran ji qazancên aborîyê yên vê rêketinamê sûdê wergire.

Biryar e ku Donald Trump serokomarê Amerîkayê bîsteke din biryara xwe li bara rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û istiratêjîya welatê xwe ji bo pêngavên nû dijî Îranê ji wan dijî Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ragihîne.