Cotmeh 13, 2017 15:35 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî yê mohra kutabûnê li vê rêketinamê bide

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê pêgirî kir: Vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, yê bibe sedema kutabûna vê rêketinama navokî.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê ku ji bo pişkdarîya li 137`emîn civîna Yekitîya Meclisên Cîhanê çûye Rûsîyê, îro got: Helwêstên bikîn ên Amerîkayê li hemberî rêketinama navokî dibin sedema alozîya cîhanî.

Larîcanî îro herwiha li hevdîtina digel Vîyaçêslav Volodîn (Vyacheslav Volodin) serokê Domayê û Valêntîna Matvîyênko (Valentina Matviyenko) seroka Konseya Fêdêrasyona Ûrsêtê hivî kir ku Rûsîye di warê çareserkirina rewşa niha ya têkildarî rêketinama navokî de rolê wergire.

Larîcanî helwêstên Ûrsêtê ji wan pêngav û pişkdarîyên Sergey lavrov wezîrê karên derve yê vî welatî têkildarî rêketinama navokî de binirx bi nav kirin.

Civîna pêncrojî ya Yekitîya Meclisên Cîhanê bi pişkdarîya desteyên parlimanî yên zêde ji 150 welatan ji roja şemîyê ve yê bi durişma `` jordabirina pirrçandîyê û aştî bi rêka dîyaloga mezhebî û qewmî`` li bajarê Sen Peterzborgê destpê bibe.

Axavtin û ravekirna helwestên Komara Islamî ya Îranê, hevdîtina digel serokên meclisên welatên pişkdarê civînê, ji planên seredana şeşrojî ya Elî Larîcanî serokê meclisa islamî ya Îranê bo Ûrsêtê ne.