Cotmeh 13, 2017 14:31 Asia/Tehran
  • Ayetulah Muwehêdî-Kêrmanî: Dijmin yê hêvîya pêkanîna Rojhilata Navîn a nû bibe gorê

Pêşnivêjê nimêja înîyê yê Têhranê bal kişand ser lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê û pêgirî kir: Dijmin yê hivîya pêkanîna Rojhilata Navîn a nû bibe gorê.

Ayetulah Mihemed Elî Muwehêdî-Kêrmanî li xutbên nimêja înîyê ya vê hefteyê li Têhranê temî da Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku bilî peyrevîya ji dewleta navendî ya vî welatî, lêborînê ji gelê Iraqê bixwaze û rê jibo têketina Rêjîma Sîyonîst li navçê xweş neke.

Ayetulah Muwehêdî-Kêrmanî herwiha tevî bibîranîna rehmetîyê Mam Celal Talebanî serokomarê berê yê Iraqê ku di 3`yê Cotmehê de emrê Xwedê kir, got: Talebanî hertim di fikra serxwebûn, rûmet û mezinatîya gelê Iraqê ji her qewmekî bû.

Pêşnivêjê nimêja înîyê yê Têhranê herwiha bal kişand ser kiryarên bikîn ên Amerîkayê yên li dijî Îranê û got: Gotinên Donald Trump serokomarê Amerîkayê li dijî Îranê, dijminatîyên Amerîkayê li hemberî Nizama Komara Islamî  aşkira kirine.

Ayetulah Muwehêdî-Kêrmanî li dawîyê pêgirî kir: Gelê Îranê tu wexta cinayetên Amerîkayê ji bîr nakin û berpirsên Komara Islamî ya Îranê jî yê li hemberî kiryarên bikîn ên Amerîkayê bersiveke guncav bidin.