Cotmeh 11, 2017 16:25 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê: Em ji gişt kurdên navçeyê hez dikin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li civîna îro ya desteya dewletê, li bara bêsoziyên Amerîkayê her wiha nêrîna Komara îslamî ya Îranê li ser kurdan axivî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Çarşemiyê li civîna desteya dewletê got: "Roja îro li hemberî siyasetên Amerîkayê em du rêzbendiyên navxweyî û cîhanî dibînin; Hûn binêrin ku li nav Amerîkayê ramanwer, zanyar û siyasetvan çawa li hemberî karên vê dawiyê ku dewleta Amerîkayê pêk tîne, diaxivin".

Wî got: "Gelê Îranê tu wextî baweriya xwe bi Amerîkayê neyne û dizane ku Amerîka çi kar li dijî berjewendiyên me yên neteweyî pêk anîne û pêk tîne; Lê roja îro ev hemû zelaltir û aşkiratir ketine kêleka hevdu".

Wî di dewamê da got: "Roja îro  5 welatên gotûbêjker digel Îranê ne anku welatên Yekîtiya Ewropayê û welatên din ên cîhanê bi Îranê ra ne û heke dewleta Amerîka vê şaşitiyê pêk bîne, li dijî berjewendiyên neteweyî û heysiyeta Amerîkayê pêngav rakiriye".

Rûhanî got: "Heke Amerîka bixwaze şaşitiyeka din pêk bîne û li dijî Sipahê Pasdaran pêngavekê rake, eva êdî dupatkirina şaşitiyê ye; Sipahê Pasdaran tenê yekîneyeka leşkerî nîne, belkî Sipahê Pasdaran di dilê vî gelî da ye û li hemî rojên xeter û talûkeyê berjewendîyên neteweyî parastine".

Wî got: "Sipah ne tenê hezkiriyê gelê Îranê belkî hezkiriyê gelê Iraqê ye jî; Ji ber ku Bexda rizgar kiriye; Her wiha hezkiriyê kurdên Iraqê ye jî, Ji ber ku Hewlêr azad kiriye; Hezkiriyê gelê Şam û Sûriyê ye jî, ji ber ku Şam rizgar kiriye; Hezkiriyê gelê Libnanê ye jî, ji ber ku alîgirê serxwebûn û heysiyeta Libnanê bûye; Sipah hertim alîgirê mezlûman bûye û li hemberî têrorîstan rawestiyaye".

Wî bi gotina vê yekê ku Amerîka roj bi rojê li raya giştî ya cîhanê menfûrtir dibe û dilê tu kesî ji siyaset û destwerdanên Amerîkayê xweş nîne, destnîşan kir: "Komara Îslamî ya Îranê hertim gihîştiye hawar welatên ku bindest in û ketine ber zilm û sitemê û ji Îranê alîkarî xwestine".

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji hemwelatiyên kurd ra jî got: "Me sedî sedê pêbaweriya xwe bi we heye û bi tu awayî em şaşitiya siyasî ya hinekan li Herêma Kurdistana Iraqê li we girênadin; Ji ber ku hûn beşeka mezin a gelê mezin ê Îranê û qewmekî sozdar û resen ê îranî li navçeyê ne û hertim li kêleka Înqilabê bûne; Li şerê sepandî li kêleka gelê Îranê bûn".

Wî bi gotina vê yekê ku "Em ji tevahiya gelê Kurd li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê hez dikin û naxwazin zextek bê ser kurdan" her wiha got: "Heke berpirsên wan şaşitî kirin, divê berdêla şaşitiya ku pêk anîn bidin, lê gelê kurd wekî gelekî aştîxwaz li navçeyê, li dû pêşketinê ne û em rêzê li wan digirin".

Wî destnîşan kir: "Tevahiya qewm û etnîkên îranî yekgirtî, yekparçe û li kêleka hev in û roja îro yekîtiya me ji her rojeka din zêdetir e".