Larîcanî: Berpirsên emerîkî firêt û hevoyên Rêketinnama navokî kavil kirine
Serokê meclisa Îranê, pêşnumaya nunerên Emerîkayê binpêkirina rêketinnama navokî da zanîn û got: Berpirsên emerîkî ku îdia dikin Îran ser rihê rêketinnama navokê nesekiniye, hevoû û firêta rêketinnama navokî kavil kirine.
Meclisa nûneran a Emerîkayê roja çarşemiyê 13 Îlonê bi pejirandian pêşnumayekê firotina balefirên rêwîhilgir ên Îranê qedexe kir. Wezareta xizînedariya Emerîkayê jî pênşemiyê şevê du şîrket û heft kesayetiyên îranî bi mehneyên curbicur ji wan peywendiya tev bernama mûşkî ya Îranê xiste nav lîsteya boykotan.
Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li civîna konseya îdarî ya parêzgeha Azerbaycana rojava binpêkirina ji aliyê Emerîkayê ser zirara vî welatî da zanîn û got: Ger Emerîka hewl bide rêketinnama navokî li hev bixe Îran dê destxwe vegere rewşa navokî ya xurttir ji dema beriya rêketinnama navokî.
Wî hin propagendeyên rojavayê li bara tiştê ku weke nêta Îranê jibo avakirina hîlala şîî dizanin, destnîşan kir: Îran li dû deshilat an avakirina vê hîlalê nîne û hewldana jibo çareserkirina pirsgirêkên misilmanên Miyanmarê û alîkariya bo Hamasê vê îdiayê red dike.
Larîcanî reftara Îranê li navçê maqûl da zanîn û got: Îran wextekê li warê rawestana li ber terorîzmê û berevaniya ji gelê Sûriyê tenê bû lê rewş guheriye û hemî welat dibêjin divê li hember terorîzmê rawestin.
Serokê meclisa Îranê tekez kir: Reftara maqûl a Komara Îslamî , destkewtên baş ên navneteweyî û cîhanî jibo Îranê hebûye û cih û şûna Îranê jorde biriye.