Gotûbêja telefonî ya serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îran û fermandê artêşa Pakistanê
Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û fermandê artêşa Pakistanê li peywendiya telefonî li bara hevkariya hevpar a hêzên çekdar ên du welatan û her wiha mijara awareyên misilman ên Miyanmarê gotûbêj kirin.
Li gorî rapora Sipah Newsê, serdar serleşkir pasdar Muhemed Baqirî, serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û general Qemer Bacwa, fermandê artêşa Pakistanê roja yekşemiyê li vê gotûbêja telefonî kiryarên cihhatî li gîhandina alîkariyê bo awareyên misilman ên Miyanmarê kêm da zanîn û ser pêwîstiya hewldana zêdetir a cîhana Îslamê jibo kutakirina rewşa xirab û neînsanî ya sepandî ser vê gelê mezlûm tekez kir.
Serleşkir Baqirî û genral Qemer Bacwa her wiha li vê peywendiya telefonî ji hewldanên erênî yên hêzên çekdar ên du welatan jibo dabînkirina ewlehiya sînorên hevpar kêfxweşiya xwe dan diyarkirin.
Serokê giştî yê hêzên çekdar ên Îranê û fermandê artêşa Pakistanê li vê muzakira telefonî îmkana behrewergirtina ji alîkariyên îmdadî û mirovhezane yên hemî saziyên eskerî û neeskerî li welatên Îslamî balkêş da zanîn û ser pêwîstiya besîca îmakantê jibo alîkariya destxwe bo misilamnên mezlûm ên Miyanmarê tekez kirin.
Li encama êrişên artêşa Miyanmarê ser misilmanên Rohîngiyyaê li parêzegha Raxînê, li rojava vî welatî ku ji 25 Tebaxa buhurî destpê bûye bi hezaran kes hatin kuştin û zêde ji 400 hezar kes mişext û aware bûne.