Rêberê giranqedr ê Inqilabê: Her liv û tevgereke şaş li rêketinnama navokî dê rastî berteka Îranê were
Fermandê mezin ê gişt hêzên Îranê tekez kir: Gelê Îranê xurt û qahêm sekiniye û her hereketa şaş a sîstema serdest li warê rêketinnama navokî, dê rastî berteka Komara îslamî were.
Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî roja yekşemiyê li mersima kutayiya dersa xwendekarên zanistên ewlehiyê bal kişand ser çavsorî û rezîltiya Emerîkayê li warê rêketinnama navokî û got: Emerîka li bara rêketinnama navokî her roj şerûtî û fend û fêlekê teze ji xwe nîşan dide ku eva rastbûna gotina Îmam Xumeynî (RE) nîşan dide ku Emerîka wek şeytan û ehrîmenê mezin da zanînê û birastî jî rejîma Emerîkayê, ehrîmenê herî rezîl e.
Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir:Tevî hemî soz û qirar û berpirsiyariyan û behs û nîqaşên zav ser muzakiran, reftara Emerîkayê li hemberî van muzakiran û encama wê zalimane û zordarane ye.
Wî tekez kir: Bila emerîkî bizanibin ku gelê Îranê dê ser helwestên xwe yên bi şan û şereft û bihêz raweste û li meselên giring ên li bara berjewendiyên neteweyî, paşdevekişîn di ferhenga Komara Îslamî ya Îranê de tu wateyeke xwe tine û hema dê bi pêşde here.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hegera dijminatiya zêde ya li hemberî gelê Îranê, mînakbûna vî gelî jibo gelên din ên cîhanê da zanîn û got : Berpirsên fasidkar, Virrek û xapokîn ên Emerîkayê, bi rezîltî gelê Îranê û nizama Komara Îslamî ya Îranê bi virekbûnê tawanbar dikin li halekê ku gelê Îranê sadiqane û bi rastbêjî tev digere û dê bi sedaqet û rastbêjî jî vê riyê heya dawiyê bidomîne.
Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser mudaxilên bi şerûtî û kirêt ên Emerîka û siyonîsmê jibo danîna bandorê ser navçê û dabînkirina berjewendiyên xwe yên narewa û lawazkirina gelan û got: Ew rojekê DAIŞê dadimezrînin û dema ku biviyana berxwedan û ciwanên mumin û bawermend, DAIŞê nefesa xwe ya dawiyê dikşîne li dû riyên din ên bi rezalet û pîs digerin.
Hezretê ayetullah Xamineyî tenê riya rawestana li hember deshilatû timakariyên qawetên serdestîxwaz bitaybet Emerîkayê, hesta bihzbûna gelan û dewletên navçê û bikaranîna wê da zanîn û tekez kir: Ger em paşde vekişin, dê dijmin pêşde were.